Hêzên Asayîşê zarokê bi navê Arî Omer Şêxmûs ê hatibû revandin, ji malbata wî re vegerand.
Zarokê bi navê Arî Omer yê 6 salî di 14’ê Îlonê de li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin.
Asayîşê bi daxuyaniyek da û tê de gotin:
Hêzên Asayîşê giliyeke li ser revandina zaroka bi navê Arî Omer rakirin.
Di encama lêkolîn û şopandinê de hejmareke kesên gumanbar û cihên wan hatin naskirin.
Kesên ku zarok revandin, ji tirsa ku hêzên me xwe bighînin wan, zarok radestî malbata wî kir û reviyan.
Hêzên me wesf û navên kesên zarok revandibûn belav kirin, da ku bên girtin û radestî dadgehê bên kirin.”