Jinên Filistînê piştgiriyê didin berxwedana jinan a li Rojhilat û Îranê

Çalakvanên Felestînî piştgirî dan berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
Her wiha diyar kirin ku di navbera jinên Kurd û Felestînî de xaleke hevpar heye.

Serhildana gel bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, piştî kuştina jina Kurd ‘Jîna Emînî’ li cîhanê deng veda.

Çalakvana Filistînî, Şêwirmenda Yekîtiya Ereb-Efrîqî û endama Koalîsyona Navneteweyî ya Jinên Penaber Faten El-Zehmat nêrîna xwe derbarê serhidanê de axivî û got:

Em ji jinên Kurd re dibêjin, li sre helwesta xwe bin û paşde venegerin.

Girîng e hewldanên jinan bibin yek û doza wan li seranserî cîhanê belav bibe.

Bi zanabûn û baweriyê xwe em ê serxwebûna xwe bi dest bixin.

Fatin bal kişand ser rola ragihandinê di berçavkirina dozên Filistîn û Kurdan û wiha anî ziman.

Divê ragihandin xwe bigihîne tevahî civakê û pêşengên hişyar ji bo pêşerojê derxe.

Em hêvî dikin bi hev re li Kurdistanê yan li Filistînê serkeftinê bi hev re pîroz bikin.

Back to top button