Ruken Kalin: Jinên penaber ên li Tirkiyê rastî her cure cudakayê tên

Endama OHD’ê Parêzer Rûken Kalin diyar kir ku jinên penaber ên li Tirkiyê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, weke hevjîna duyem û bi darê zorê di temenê zarokatiyê de tên zewicandin û got: “Xeyalên jinên penaber nemane.”

Li Tirkiyê ji ber bandora polîtîkayên siyasetmedaran gotinên nefretê yên li hemberî penaberan zêde dibin.

Penaber li hemberî êrişên nijatperest ên li dijî wan tê kirin li ber xwe didin.

Şert û mercên penaberên jin gelek dijwartir in û rastî tundiyê tên.

Endama Komîsyona Koçberî û Penaberan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz OHD’ê Parêzer Rûken Kalin, derbarê mijarê de axivî.

Rûken Kalin da zanîn ku ji sala 2011’an û vir ve li Tirkiyê bi awayekî berfireh qala penaberên Sûriyê tê kirin û got:

Zarokên hatine jî mezin bûne û rewşa wan ji jinan xirabtir e.

Zarokên li vir mezin dibin ne dikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin ne jî malbatên wan destûr didin ku biçin dibistanê.

Ji ber vê sedemê, piraniya jinên Sûriyê, bi taybetî yên 20 salî, niha xwendin û nivîsandina wan tune ye.

Rûken anî ziman ku pirsgirêka herî giran a jinên Sûriyê zewac e û wiha anî ziman:

Ger kesek Sûrî bi keseke Tirk re bizewice, nikare bi zewacê hemwelatîbûnê bigre.

Ji bo jinên Sûriyê ‘kampanya’ biçûkxistinê.

Yek ji rewşên herî xirab jî ew e ku jin weke ‘jina duyemîn’ bi mêran re dizewicin.

Gelek zarokên qeydnekirî hene. Daraz li hemberî tundiyê bêdeng e.

Pirsgirêkek din a penaberan îstîsmarkirina kedê ye.

Bi taybet li hemberî koçberên Sûriyê nêzîkatiyên hişmendiya çîna duyem li hemberî hemwelatiyan belav bûye.

Back to top button