Parlamentera Partiya Çep a Kesk ya Şirnexê Newroz Uysal ji bo starta Kampanya TJA’yê ku wê li Şirnexê sibe bê dayîn banga tevlibûn kir û got:” Kampanya ” Bi Jin Jiyan Azadiyê re, ber bi Azadiyê ve” dijî tundiya li jinê ye.
Tevgera Jinên Azad TJA’ê starta kampanya bi dirûşma” Bi Jin Jiyan Azadiyê re, ber bi Azadiyê ve” dê sibe li Şirnexê bide.
Kampanya ku dê 6 mehan bidome li dijî qirkirina jin û xwezayê, polîtîkayên şerên taybet û tecrîdê dê bê meşandin.
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal di derbarê naveroka kampanyê de axivî û got:
Sedema hilbijartina bajarê Rihayê ji bo aşkerakirina deklerasyonê ew ê ku cihê ji dayîk buna rêber Abdullah Ocalan e.
Newroz Uysal: Bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ re em ê têbikoşin
Piştî Deklerasyona kampanya li Rihayê dê li Şirnexê jî sibe Starta Kampanya ku wê 6 mehan bidoma ya bi dirûşma “Bi jin Jiyan Azadiyê re Ber bi Azadiyê ve” bê dayîn.
Ev kampanya hem ji bo pirsgirêkên jinan yên di nav têkoşîna azadiya jinan de tên jiyîn, hem ji bo tundiyên aborî, fîzîkî, derûnî ku di nava civakê de li jinan tê kirine.
“Sernavê sereke yê pêngavê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye”
Newroz bal kişand ser tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku serenavê herî bingehîn ê kampanya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha bi lêv kir:
Bi vê kampanya re em ê xwe bigihînin hev û bi taybetî jin em ê bi hev re bimeşin.
Lê belê armanca bingehîn ev e ku bi felsefeya ‘Jin jiyan azadÎ’ re ew ê ji bo bidawîkirina tecrîdê têbikoşînin.
Di nav şeş mehan de wê çalakiyên taybet jî bên kirin hebin û ji van a sereke jî jî Komploya ku di 9’ê Cotmehê de hat kirin e.
Ez bang li jinên Şirenxê dikim ku tevli daxuyaniya starta ku wê bê dayîn bibin û tevli meşa wê bê li darxistin bibin.



