NY: Danûstandinên Lîbî-Lîbî careke din dest pê dikin

Li Lîbyayê jî, ji bo pêkanîna agirbestekê, şandeya NY ragihand, ew ê gereke nû ya danûstandinên Lîbî-Lîbî bidin destpêkirin û sînorekî ji şerên li Terablusa paytext re deyînin.

Îro vê sibê, şandeyê ragihand ew ê danûstandin û tiştên girêdayî komîteya leşkerî ya hevbeş berdewam bikin.

Şandeyê hêvî kir ku danûstandinên komîteyê bibin destpêka sarkirina şer li ser erdê.

Şandeya NY a li Lîbyayê bang li welatan kir ku rêzê ji encamên Kongreya Berlînê û biryarên Konseya Ewlekariyê re bigirin.

Heya niha ti daxuyanî ji herdu aliyên şer ên Lîbî nehatiye ku ew ê beşdarî van danûstandinan bibin an na..

Çavdêriya Sûrî: 400 çeteyên din ên Sûrî gihaştine Lîbyayê

Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk 400 çeteyên din ên Sûrî veguhastine Lîbyayê.

Her wiha Çavdêriyê, kuştina 12 çeteyên Sûrî ku di nava refên çeteyên Wîfaqê de şer dikin, belge kir.

Back to top button