Heyder Ebadî: Tirkiye li Iraqê dewleteke dagirkere

Siyasetmedar û pisporên leşkerî yên Iraqê bi daxuyaniyên cuda êrişa dewleta Tirk a li dijî balafirxaneya Silêmanî şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de hate diyar kirin ku êriş li dijî serweriya Iraqê pêk hatiye.

Li dijî êrişa li ser balafirxaneya li Silêmaniyê û hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re bertek zêde dibin.

Serokê Hevpeymana Serkeftin Heyder Ebadî êrişa dewleta Tirk ya li ser balafirxaneya Silêmaniyê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye bi hêcetên cuda dixwaze axa Iraqê dagir bike û got :

“Dewleta Tirk komkujiyên xwe li dijî Iraqê didomîne.

Ev eriş destdirêjiya li ser serweriya Iraqê ye. Heger bê dengî li hember erişan dewam bike xiyanete.”

Ebadî balkişand ser hebûna Artêşa Tirk ya li ser xaka Iraqê û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk li Iraqê bi hezaran leşker bi cih kirine û baregehên domdar lê avakirine, bi van kiriyaran Iraqê dagirkiriye.”

Heyder Ebadî di dawiyê de bang li hikumeta Iraê kir ku ji bo rawestandina êrişan divê Iraq danûstandinên ewlekarî, siyasî û aborî bi Tirkiyê re biguherîne.

“Bi hevkariya PDK’ê dewleta Tirk dixwaze herêmê kontrol bike”

Siyasetmedar Kazim Hec bal kişande li ser peywendiya PDK’ê a bi dewleta tirk re wiha got:

“Bi hevkariya PDK’ê hêzên Tirk derbasî nav xaka Iraqê dibin.

Ji ber ku Tirkiye dixwaze herêmên ser sînorê ên Iraqê kontrol bike.

Ev kiriyar û destek dayîn ji aliyê hikûmeta başûr ne li gorî destûra Iraqa ye.

Derbaskirina hêzên tirkiyê di nava xaka Iraqê de xiyanete.”

“Divê Iraq serweriya xwe biparêze”

Pisporê kar û barê leşkerî Mueyed Cuhîş da zanîn ku mafê Iraqê heye ku serweriya xwe biparêze û got,

“Li gorî pîvanên navnetewî mafê Iraqê heye bi rêya leşkerî Tirkiyê dûr bixe.

Ji ber ku Tirkiye bê daxwaz û agadariya Bexdayê li Iraqê ye.”

Parlamenterê Iraqê Mihemed Seyhud jî hebûna dewleta Tirk li Iraqê weke ne rewa bi nav kir û wiha got,

“Hebûna artêşa Tirk li ser xaka Iraqê bi hevkariya PDK’ê çêbûye. Divê hikumet vê yekê çareser bike.”

Yehya Resul: Balafira ku êriş pêk anî ji Tirkiyê hatiye

Back to top button