Yehya Resul: Balafira ku êriş pêk anî ji Tirkiyê hatiye

Artêşa Iraqê berpirsyarê êrişa li Silêmaniyeyê eşkere kir. Rayedarên Iraqê jî êrişa li dijî balafirxaneya li Silêmaniyê bi tundî şermezar kirin û got: Balafira ku balafirxaneya Silêmaniyê bombekir, ji Tirkiyeyê hatiye! Divê parlamentoya Iraqê li ser êrişên Tirkiyeyê bicive.”

Li dijî êrişa li ser balafirxaneya li Silêmaniyê bertek zêde dibin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul helwesta xwe nîşan da.

Yehya Resul diyar kir ku Balafira ku balafirxaneya Silêmaniyê bombekir, ji Tirkiyeyê hatiye, ev destdirêjî binpêkirina serwerî, ewlekarî û yekparçebûna xaka Iraqê ye.

Cehfer Şêx Mistefa: Divê rê li êrişan bê girtin

Cîgirê serokê Başûrê Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa jî êriş şermezar kir û got:

“Erkê aliyên peywenîdar û Hikumeta Iraq ewe ku rumet û serweriya xak û nîştimaniyê biparêzin.

Divê rê li dubarebûna êrişên terorîstî bigirin.”

Mustefa Çavreş: Divê Kurd li dijî êrişan bibin yek

Fermandarê Hêzên 70’ê Mustefa Çavreş ragihand ku dijmin hertim dixwaze ziyanê bide me û ev nirxandin kir:

“Li hemberî van êrişan divê gelê Kurd bibe yek û aliyên siyasî jî yekrêziya xwe çêbikin.

Bi taybet jî PDK û YNK. Eger em yek bin, ev êriş jî pêknayên, ev encama parçebûnê ye.”

“Divê parlamentoya Iraqê li ser êrişên Tirkiyê bicive”

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Şemerî jî peyamek weşand û ev tişt anî ziman:

“Armanca êrişê têkdana aramiya Başûrê Kurdistanê ye.

Divê parlamentoya Iraqê li ser êrişên Tirkiyeyê bicive.

Divê dijî Tirkiyeyê lêpirsîn were destpêkirin û Iraq li qada navnetewî giliyê Tirkiyeyê bike.”

Serokê Eniya Koma Esayib Ehlî Heq êrişa dewleta Tirk şermezar kir

Serokê Eniya Hîkme û Koma Esayîb Ehlî Heq Amir Hekîm êrişa dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Êrişa li ser balafirxaneyê, bi awayek zelal binpêkirina li ser serweriya xaka Iraqê ye.

Serweriya Iraq û parastina wê, yek ji pîvanên bingehîn ên ku nayê desteserkirine.

Jivê ji bo rê li van binpêkirinan werin girtin û dubare nebin, Hikumeta Iraq, hêzên siyasî bibin yek.”

KNK: Em ê li hemberî van êrîşan zêdetir yêkîtiya neteweyî bi hêztir bikin

Back to top button