Artêşa Iraqê careke din êrişê asayişa navçeya Sinûnê kir-HAT NÛKIRIN

Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir.
Bi vê êrişê hewl dan dest deynin ser asayîşa navçeya Sinûnê.
Di encama vê hewldanê de, şer derket û heta niha alozî li wir dewam e.

Ji şevê din ve, artêşa Iraqê di nav tevgerê de ye û hewl dide asayîşa navçeya Sinûnê desteser bike.

Asayîşa navçeyê jî rê neda û di encamê de şer derket.

Rewşa aloz li wir heta niha dewam e.

Artêşa Iraqê bi zorê hewl dide ji milê Tirbika ve derbasî Sinunê bibe.

Hêzên Asayîşa Êzidxanê, şervanên YBŞ-YJŞ’ê bersiva êrişan didin.

Niha li wir şerek heye.

Ji bilî vê, artêşa Iraqê hewl dide hêzên xwe ji Başûrê Rebîa derbasî Şengalê bike.

Di vê navberê de hikumeta Iraqê rêyên sereke yên çûn û hatina Şengalê girtin.

Balafirên Iraqê jî li asîmanê Şengalê digeriya.

Şevê din artêşa Iraqê hewl da dest deyne ser Asayîşa navçeyên Digur û Xanesorê jî.

Lê dîsa jî Asayîşê bersiv da û pevçûnek dem kurt derket û hêzên Iraqê neçar man vekişin.

 

Back to top button