Lavrov: Ti niyeta me tine ye ku em şer 9’ê Gulanê bidawî bikin

Vê sibê li Başûrê Rûsya bajarê Belgorod teqînên mezin rû dan.
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov jî ragihand ku ti niyeta welatî wî tine ye şerê li Ukraynayê 9’ê Gulanê bi dawî bike.
Di vê navberê de serokê Ukranyayê ji ber pêwendiya li gel Rûsyayê, hikumeta Tirk weke durû binav kir.

Li Başûrê Rûsyayê herêma nêzî sînorê Ukraynayê, vê sibê 2 teqînên mezin pêk hatin.

Li gorî agahiyan, teqîn li bajarê Belgorod rû dan lê têkildarî encamê ti agahî nehatin biparvekirin.

Li aliyê din wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov têkildarî îdîayên ku dibêjin wê şerê li Ukrayna 9’ê Gulanê bi dawî bibe daxuyaniyek da.

Lavrov got, ” Ti niyeta me ya bidawîkirina şer wê rojê tine ye.

Artêşa Rûsya planên xwe li gorî rojên dîrokî nake.

9’ê Gulanê roja serkeftina artêşa Sovyetan li dijî Naziya Alman e.”

Zelensky: Siyaseta hukûmeta Tirk durûtî ye

Di vê navberê de serokê Ukraynayê Zelensky ne rehetiya xwe ji ber siyaseta hikumeta Tirk anî ziman.

Di hevpeyvîneke li gel ragihandina Yûnan de, Zelensky got;

” Ji aliyekî ve Tirkiye dibêje ew piştgiriya Ukrayna dike, li aliyê din jî amadekariyeke berfereh a pêşwazîkirina geştiyarên Rûs dike.

Siyaseteke wiha ne di cih de ye.

Ya tê kirin durûtî ye. Ne adil e.

Divê Tirkiye di vî warî de helwesta xwe zelal bike.”

Almanya: ـi bo ambergoya petrolê ya li ser Rûsyayê em amade ne

Hukûmeta Almanyayê jî ku detspêka şerê li Ukrayanyê siyaseta bê alî hilbijart, rojên dawî helwesta dughere.

Piştî erêkirina şandina çekên giran ji bi Kievê, Almanya nêrîna xwe a têkildarî cezakirina Moskoyê jî diyar kir.

Wezîra Karê Derve Annalena Baerbock (Analêna Bêr-bok) li ser mijarê got;

Yekîtiya Ewrûpa xwe ji bo pakêteka 6’an a cezakirinê amade dike.

Di nava vê pakêtê mijara ambargoya petrolê jî heye.

Wek Almaya, em hewl didin ku nêrîneke hevbeş a erêkirina ambargoyê peyda bikin.

Wezîra Alman diyar kir ku erêkirina wan a şandina çekên giran ji bo Ukraynayê jî biryarek di cih de bû û got,

Berovajî wê Rûsya bi hêsan dest deyne ser axa vî welatî.

Back to top button