Peyka keşfê ya leşkerî a Koreya Bakur cara 2. Jî biser neket

Rêveberiya Koreya Bakur hemû hêza xwe daye xurtkirina leşkerî.
Bi fermana Serokê welat Kîm Jong-Un zêdekirina moşek û çekên giran hat dayîn.
Hemwextî vê, Pyongyang cara duyemîn jî peyka keşfê ya leşkerî şand fezayê.
Lê ev hewildan jî biser neket.

Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un, danîna satelaytek sîxûrî li fezayê wek karê xwe yê sereke destnîşan kir.

Kim îşaret bi hebûna Amerîka ya di vî warî de kir û got;

Hebûna peykekî leşkerî ya Pyongyangê li fezayê wê hevsengiya di vî warî de bide çêkirin.

Li gor nûçeya KCNA ya ajansa fermî ya Pyongyangê, Rêveberiya Geşepêdana Hewayî û Fezayê ya Netewî ya Koreya (NADA) bo cara duyemîn peyka keşfê ya leşkerî ya Malligyong-1 ji navenda Sohae ya li bakurê welêt şand.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku firîna moşekê ya qonaxa yekem û duyemîn asayî bû, lê ji ber xerabûna pergala teqandina hawarçûnê ya sêyemîn têk çû.

Rêveberiyê ragihand ku piştî lêkolîna sedemên têkçûnê wê di meha Cotmehê de hewildanek sêyem pêk were.

Hikumeta Japonê ragihand ku Koreya Bakur îro danê sibê moşekek ber bi başûrê Japonê ve avêtiye.

Ev moşek li Oqyanûsa Pasîfîkê ketiye.

Li herêma ku moşek lê ketî ti zîayenk çênebûye.

Koreya Bakur 31’ê Gulanê hewl da ku satelayta keşfê ya leşkerî bişîne fezayê.

Lê di vê hewildana xwe de biser neketibû.

Pispor dibêjin, moşekên fezayî û menzîla dirêj bi piranî li ser heman teknolojiyê ne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Japonya û Koreya Başûr jî ev kirinên Pyongyangê şermezar kiribûn.

Li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY), ceribandina moşekên balîstîkî bo Koreya Bakur qedexe ye.

Ev moşek, li gor dîzayna wan, dikarin bi yek an jî çend serikên nukleerî bên çêkirin.

Koreya Başûr û DYA tetbîqata leşkerî ya 11 rojan dest pêkirin

Back to top button