Koreya Başûr û DYA tetbîqata leşkerî ya 11 rojan dest pêkirin

Gefên Koreya Başûr û Koreya Bakur ya li hember hev her diçe gurtir dibe.
DYA û Koreya Başûr tetbîqatekî 11 rojî dest pê kirin.
Di dema tetbîqatê de koreya Bakur jî tetbîqata moşekên stratejîk yên serhev lidarxistin.
Serokê Koreya Bakur Kim diyar kir ku ev tetbîqata ya tolhildanê ye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Koreya Başûr tetbîqata binavê Mertalê Azadî ya UlCHI dest pê kir.

Di tetbîqatê de simulasyonên kompîturê, perwerdeya meydanî û parastina sivîlan tê dayîn.

Koreya Bakur jî tetbîqata moşekên stratejîk yên serhev pêk anî

Di heman demê de Koreya Bakur tetbîqata avêtina moşekên stratejîk ên serhev kir.

Ji ber çekên nukleer û fûzeyên balistîk ên Koreya Bakur li nîvgirava Koreyê fikar zêde bûn.

Di tetbîqata Koreya Başûr de 30 perwerdeyên cuda tên dayîn

Lewma pêngavek parastinê ya bi lez ji DYA û Koreya Başûr hat.

Ev tetbîqata ku hatiye destpêkirin jî bi hevpariya DYA û Koreya Başûr tê birêvebirin.

Li gor agahiyên ku ji Serfermandariya Giştî ya Koreya Başûr hatine girtin, wê tetbîqat 11 rojan dewam bike.

Di çarçoveya senaryoya şerê giştî de 30 perwerdeyên cuda tên dayîn.

Hate ragihandin ku ji bilî leşkerên Koreya Başûr û DYAyê, wê gelek dewletên Ewropa jî beşdarî tetbîqatê bibin.

Yoon: Bi gefên Koreya Bakur, bandora Koreya Başûr zêde dibe

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol diyar kir ku gefên Koreya Bakur çiqasî zêdetir bin, bandora Koreya Başûr jî ewqas zêde dibe.

Yoon destnîşan kir hevkariya di navbera Amerîka, Japonya û Koreyê de metirsiya provokasyona Koreya Bakur kêm dike û ewlehiya welêt zêdetir dike.

Kim: Ev tetbîqat a tolhildanê ye

Di dema tetbîqatên Koreya Bakur ên moşekên stratejîk ên serhev, Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un jî amade bû.

Kim bal kişand ser girîngiya tetbîqatê û diyar kir ku ev tetbîqat a tolhildanê ye.

Back to top button