Xwepêşandaneke Milyonî li Bexdayê tê lidarxistin

Îro, xwepêşanderên Iraqê amadekariya xwepêşandaneke milyonî li dijî Serokwezîrê erkdarkirî Mihemed Elawî dikin û ji bo teqeziyê li ser daxwazên xwe bikin, ji tevahiya parêzgehên başûrê Iraqê ber bi qada Tehrîr a li Bexdayê ve herikîn.

Ji aliyê xwe ve, Operasyonên Bexdayê pirên Mu’eleq û Senk, ji bo rêgirtina li ber derbasbûna xwepêşanderan bo herêma Kesk, girtin.

Ev di wextekî de tê ku civîna Parlementoyê ji bo dengdana li ser hikumeta nû, tê lidarxistin.

Lê ji ber Elawî bi komên Kurd û Suna re negihiştiye lihevkirinê, çavdêr fersenda pejirandina hikumeta wî zehmet dibînin.

Wezareta Tenduristiyê jî ji ber belavbûna vîrûsa coronayê, bi daxuyaniyekê bang li gel kir ku ji bo çi sedemê be jî, divê kom nebin.

Back to top button