Parlamenterên Iraqî û Kurd banga rawestandina talankirina petrolê dikin

Parlamenterên Iraqî û Kurd banga destekdanyîna kabîneya serokwezîrê nû Mistefa Kazimî kirin û hêvî ji Kazimî hat kirin ku talankirin dahata petrola Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve rawestîne.

destekdanyîna kabîneya serokwezîrê nû Mistefa Kazimî kirin û hêvî ji Kazimî hat kirin ku talankirin dahata petrola Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve rawestîne.

Endamê Lijneya Daraya ya Parlamentoya Iraqê û parlamenter Koma Ayinde Serkeft Şemsedîn û Parlamenterê Tevgera Goran yê Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed daxuyaniyek da.

Di daxuaniyê de hat eşkerekirin ku dahata petrolê ya salane ya Başûrê Kurdistanê 8 milyar û 500 milyon dolar e.

J vê jî tenê 3 milyar dolar ji bo Herêma dimîne, yê din ji bo Tirkiye û heqdesta kompanya dimîne.

Van her du parlamenteran li gel çend parlamenterên Kurd ên li Bexda ji bo çareserkirina rewşa niha çend pêşniyar kirine, ji pêşniyarên hatîn destnîşankirin ev in:

“Hemû Parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê deng nedin kabîneya Mistefa Kazimî.

Divê derfetê çêbikin ku Kazimî biryarê bide ku mûçeyên rasteqîn ê karmendên Başûrê Kurdistanê bişîne û divê Kazimî rê nede nefta Herêmê were talankirin.

Back to top button