Li Başurê Kurdistan ji bo xebatên yekîtiyê komîteyek hate avakirin

Li Başûrê Kurdistan ji bo xebatên yekîtiya netewî rêvebibin ji rewşenbîr, aktivîst û siyasetmedarên komîteyek hate avakirin.

Li başûrê Kurdistan rewşenbîr, aktîvîst û siyasetmedarên Kurd ji bo avakirina komîteyeke ku xebatên Konferansa Kongreya Netewî bi rêve bibe li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê civînek lidarxistin.

Civîn bi slogana ‘Ber bi konferansa nîştimanî û nexşerêya çareseriya doza Kurdistanê’ ve pêk hat.

Piştê civînê daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku ji bo helwestekî hevpar a stratejîk ku di nava hêzên Kurdan de bê avakirin, daxwaza herî mezin e.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku jibo yekîtiya netewî û helwestekî siyasî ya hevpar gelek hewldan hatin kirin lê gavên pratîk kêm mane, ji bo van gavan ti platformek nehatiye avakirin.

Di daxuyaniya hate ragihandin ku ji bo Konferansa Netewî ya Kurdistan Komîteya Pêşeng hatiye avakirin û wê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî semîneran pêk bîne û wê bi hêzên siyasî re jî civînan li dar bixe.

Leave a Reply

Back to top button