Beşar Esed: Tirkiye desteka DAIŞ û Nusrayê di firotina petrola Sûriyê de bû

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di firotin û danustandina petrola Sûrî de hevkarê çeteyên DAIŞ û Cebhet Nusra bû.

Beşar Esed destnîşan kir ku beriya Emerîka were herêmê Tirkiyê piştgiriya herî mezin ji çeteyên DAIŞ û Nusrayê re dikir û bi riya wê peterola Sûriyê difrotin û dersînor dikirin.

Esed her wiha di hevdîtina li gel Televizyona Fînîkis a Çînî de got.

“Şerê wan li dijî terorîstên li Sûriyê gava herî girîng e, nemaze ev şer hebûna Emerîka li herêmê lawza dike”.

SEROKÊ REJÎMÊ SÛRÎ BEŞAR ESED:
HIN GIRÛPÊN SÛRÎ HENE DIVÊ BI RIYA DIYALOGAN VEGERIN HIMÊZA SÛRIYÊ

Serokê Rêjîmê ê ku pêkhateyên herêmê weke kom bi nav kir, idia kir, ew li gel danûstandinan e..

Lê belê di dema Rêveberiya Xweser ji bo parastina xaka Sûrî ji dagirkieriyê banga danustandinan dikir, Rêjîmê her tim ev yek weke serketina xwe û lawazbûna Rêveberiyê didît û gavên piratîkî li ser erdê neavêtiye..

Leave a Reply

Back to top button