Rejîm amadekariyên şerekî dijwar li Idlibê dike

Li bejahiya Idlibê amadekariyên şerekî giran tê kirin.
Hêzên rejîmê ji bo destpêkirina pêngaveke leşkerî ya li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwe amade dike.
Ev yek jî piştî daxuyaniya Rûsyayê ya serweriya li ser Idlibê pêk tê.

Tevî ku daxuyaniya dawî ya danûstandinên gera 14’emîn a Astanayê li ser rawestandina şerê li gundewarê Idlibê teqez kir, lê daxuyaniyên yek-alî yên piştî gerê û rewşa li ser erdê bervajî naveroka daxuyaniya dawî hatin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê amadekariyên leşkerî yên mezin birine nuqteyên başûrê bejahiya Idlibê.

Vê sibehê karwanekî leşkerî yê mezin ji panzêr, tank, alavên leşker û serbazan gihîştin bajarê Xan Şêxon ê bejahiya başûrê Idlibê.

Karwanekî leşkerî yê din jî gihîşt derdora Sincar a bejahiya rojhilatê Idlibê.

Navendê diyar kir ku hêzên rejîmê şêniyên gundên herêma Sincarê der barê valakirina gundan de agahdar kirine.

Her wiha ji odeya oparasyonan a rejîma leşkerî ku çavdêriya wê serbazên Rûsyayê dikin ku amadekariya xwe li ser derdora rojhilatê bajarê Idlibê bigirin.

Şerê rejîmê li dijî çeteyên li Idlibê
Rûsya û rejîmê herêmên ”bêçek” topbaran kirin

Girêdayî mijarê balafirên şer ên Rûsyayê derbeyên xwe li ser herêma qaşo ”bêçek” pêk anîn.

Li aliyekî din jî hêzên rejîmê herêmên bejahiyên başûr-rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Piştî binketina gera 14’emîn a Astanayê Serokatiya Rûsyayê der heqê çeteyên li Idlibê de diyarkiribû ku ew bi fikar e û nîşaneya êrîşeke berfireh ya li dijî herêmê dabû.

Li Idlibê şerê rejîmê yê li dijî çeteyan
Rûsya: Rizgarkirina Idlibê, misogeriya ewlehiya me û Sûriyê ye

Duh jî berdevkê serokatiya Rûsyayê Demîtirî Bîskov ragihand ku ”Rûsya hîna jî ji ber hebûna terorîstan li Idilbê dilgiran e û piştrast kir ku rizgarkirina parêzgeha Idlibê ji çeteyan wê ewlekariya leşkerên rejîm û Rûsyayê li herêmê misoger bike.

Leave a Reply

Back to top button