Şêrko kirmanc: Kurd dikarin vê roja dîrokî veguherînin serkeftinek mezin

Nivîskar, hiquqnas û welatiyên başûrê Kurdistanê derbarê girîngiya hilbijartinê de nêrînên xwe anîn ziman.
Aliyên navborî ji bo azadî, aramî û serkeftina gelan bang li hemû aliyan kirin ku piştgiriya xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Nivîskar, hiquqnas û welatiyên başûrê Kurdistanê derbarê girîngiya hilbijartina li bakurê Kurdistan û Tirkiyê de axivîn.

Nivîskarê Kurd Dr. Şêrko Kirmanc têkîldarî hilbijartinên 14’ê Gulanê de nêrînên xwe anî ziman û got:

“Guhertina desthilatê li Tirkiyeyê wê bibe sedemê berdana girtiyên siyasî.

Ji bo bidestxistina azadî û mafên din yên rewa gelê Kurd dikare çalakiyên xwe yên siyasî û girseyî zêdetir û bihêztir bike.

Jiber vê jî Kurd dikarin vê roja dîrokî veguherînin serkeftinek mezin.”

Faruq Cemîl: Serkeftina Partiya Çepên Kesk bandor li ser tevahî Kurdistanê bike

Wezîrê berê yê Dadê yê başûrê Kurdistanê Faruq Cemîl derbarê girîgiya hilbijartinan ji Rojnews’ê re axivî û got:

“Erdogan û AKP desthilatek dîktator ya li hemberî Gelê Kurdin.

Ev jî ziyanek mezin gihandiye gelê Tirkiyeyê, bi sedan pêşengên Kurd hatine binçavkirin, mafên Gelê Kurd nayê dayîn.

Wê bi serkeftina Partiya Çepên Kesk re, bandor li ser parçeyên din yên Kurdistanê jî çêbibe.”

Faruq Cemîl bang li hemû aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê: Hêvîdarin ti Kurdek piştevaniya Erdogan neke

Welatiyên başûrê Kurdistanê di hilbijartinên li Tirkiyeyê de piştevaniya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk nîşan dan.

Welatiyê bi navê Cebar Mehmud diyar kir ku ti Kurdek piştevaniya Erdogan neke

Mûrat Sarisac: Emê bi Partiya Çepên Kesk serbikevin

Back to top button