Mûrat Sarisac: Emê bi Partiya Çepên Kesk serbikevin

Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Dîlokê Mûrat Sarisaç diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê wê sedsala Tirkiyeyê diyar bike û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.

Sarisaç, diyar kir ku hilbijartineke dîrokî pêk tê û destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê wê çarenûsa Kurdan û tevahiya Tirkiyeyê diyar bike û got:

“Di vê demê de em ji aliyê gel ve îradeyek mezin dibînin. Em hewl didin ku her tiştê ku ji destê me tê bikin, da ku bibin layiqî wê.”

Sarisaç ji bo karanaîn deng jî ev bang kir:

“Dengek jî ji bo civakê, ji bo pêşeroja civakê pir girîng e.

Li ser vê yekê ez bang li gelê me, civaka me dikim ku ne tenê dengê xwe bidin, ji bo muşahîtiyê serlêdanê bikin.

Û piştî ku dengê xwe dan jî xwedî li dengên xwe derkevin û li cihê dengdanê bin.”

Sarisaç got, “Em ê bi hev re biguherînin û em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Li Îzmirê mitînga ji bo hilbijartinê

Back to top button