Hêzên Asayîşê li Tepqa yê Operasyoneke taybet lidarxit.
Tê de 6 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Hêzên Asayîşê derbarê mijarê de daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“Hêzên me yên Taybet HAT û Hêzên Operasyonê li dijî şaneyên DAIŞ’ê li Tepqa operasyonek pêk anî.
Bi ser veşartgehên wan de girtin.
Di encama operasyonê de 6 çete hatin girtin.
Van çeteyan plan dikirin êrişan pêk bînin û ewlekarî û aramiya herêmê bikin armanc.
Alavên bi wan hemî hatin bidestxitin.”
Hêzên Asayîşê tekez kir ku ew ê ji bo ewlehiya herêmê wê xebata xwe bidomîn.