Bi nêzbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê li dijî Kurdan operasyonên siyasî

Ji bo dosyaya lêpirsînê a ku 126 kes hatin destgîrkirin, astengiya dîtina parêzeran a 24 saetî bi dawî bû.
Lê di lêpirsînê de biryara nepeniyê didome.
Têkildarî binçavkirinan bertek zêde dibin û tê gotin, “bi van binçavkirinan Erdogan nîşan da bê ka çiqas ditirse”

Serdozgeriya Komara Amedê bi nêzbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê re, li dijî Kurdan operasyonên serdegirtinê pêk anîn.

Roja 25’ê Nîsanê, dewleta Tirk, di serî de Amed, li 21 bajaran operasyonên qirkirina siyasî kirin.

Di operasyonan de herî kêm 126 kes hatin destgîrkirin.

Di nav wan de rojnamevan, siyasetmedar, hiqûqnas, sendîkavan, hunermend û endamên rêxistinên civakî yên sivîl jî hene.

Di dosyayê de ‘nepenî’ didome

Ji bo dosyaya lêpirsînê astengiya dîtina parêzeran a 24 saetî bi dawî bû.

Lê di lêpirsînê de biryara nepeniyê didome.

Kesên destgîrkirî li qereqolên polîsan ên li bajarên cuda, tên ragirtin.

Baroya Amedê: Dozger bi eşkereyî sûc dike

Têkildarî operosyonê, Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr axivî û bertek nîşan da.

Mehdî Ozdemîr xala qanûna muhakemeya cezayan bi bîr xist û diyar kir ku ev rewş mînaka helwesta keyfî ye.

Ozdemîr destnîşan kir ku baweriya bi dewleta hiqûqê û darazê her ku diçe kêm dibe û got:

“Keyfiyet û derhiqûqiyê asayî dikin û mafên bingehîn tên binpêkirin.

“Zextên heta niha bi pêvajoya hilbijartinê re hêj girantir bûn”

Mehdî Ozdemîr bal kişand ser êriş û zextên dewleta Tirk ên hemwextî hilbijartinan û wiha bi dawî kir:

“Bi taybet jî zextên heta niha bi pêvajoya hilbijartinê re hêj girantir bûn.

Bi van zextan û sepanên keyfî dixwazin derdorên muxalîf bêzar bikin.”

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Hasan Cemal jî têkildarî operasyona binçavkirinê axivî.

Hasan Cemal: Tirsa Erdogan a hilbijartinê ye

Cemal, ji bo binçavkirinan nirxandina “bi van binçavkirinan Erdogan nîşan da bê ka çiqas ditirse” kir û ev tişt anî ziman:

“Heke ji sindoqa hilbijartinê, ji dengê gel netirsabûya Erdogan dê ev operasyon erê nekira. ”

Cemal, got ku destilatdar bi binçavkiriyan bi sûcê “terorê” hewl dide muxalefeta li hemberî xwe tune bike.

Polîsên dewleta Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd de girt

Back to top button