“Divê kêliyên jiyana me hemû bi perwerdeyan derbas bibin”

Tevgera Xwendekarên Demokrat û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê kampeke havînê ya perwerdê ji xwendekar û ciwanan re li bendava azadiyê ya li rex çemê Firatê, vekirin.

Ji bo guhertin û veguhertin di kesayeta mirovan de bê çêkirin, pêwîstî bi perwerdê heye.

Îsal jî di 28’ê Tîrmehê de kampek ji bo ciwanên Herêma Firatê hat vekirin.

Di kampê de 13’e ciwan hene ji wan 5 jin û 8 xort in û dê heya 15 rojan bidome.

Bernameya kampê di aliyê pêşbirkan de wiha ye: Kişandina, mendîl, kela, zanyarî.

Di aliyê çand û hunerê de şano, wêne, konser, folklor.

Di aliyê sporê de biskelêt, voleybol, pingpong, avjenî her wiha Hesp, suprîz, berhemên destan, wê bên lidarxistin.

Li rex vê jî waneyên welatparêzî, uslub, Exlaq, hevaltî, rexne û rexnedayîn ji ciwanan re wê bên dayîn.

Back to top button