Rûspiyên êlên Reqayê: Em pişgirya QSD’ê dikin û bêdengiya Rûsyayê şermezar dikin

Şêx û rûspiyên êlên Reqayê li dijî êrîşên li ser herêmê piştgiriya xwe ji QSD`ê re dubare kirin.Şêx û rûspiyan bêdengiya Rûsyayê ya li hember êrîşan şermerzar kirin û bang lê kir ku di rijandina xwîna gelên Sûriyê de rol nelîze.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev demeke êrişên xwe li ser Eyn Îsayê û rêya M4 bi dijwarî berdewam dike.

Li dijî van êrîşên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek û nerazîbûnên xwe tînîn ziman ku armanca bingehîn dagirkirina dewleta Tirk ji xakên nû re ne.

Di vê derbarê de rûspiyê êla Sabxa û El-Elî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û banga rawestandina wan kirin.

Rûspiyê êla Sabxa, Mihemed Tirkî El-Sewan pişgirya xwe hêzên Sûriya Demokratîl ku hemû zarokên wan, anî ziman.

Hêzên QSD hemû zarokên me ne ji Kurd,Ereb,Xiristyan, ez û her kes normal e pişgirya zarokê xwe bikin ku xak û malên xwe diparêzin ne berjewndiyên taybet in ,ji ber vê yekê parastin,piştevanya wan rewa ye.

Her wiha rûspiyê Êla El-Elî, Şêx Remadan El-Rehal jî bang li hêzên navnetewî, NY, Rûsyaya garantort kir ku êdî ji bêdengyê derkevin û bi erka xwe rabin..

Em nedaxwazên şer in,QSD piştî ku herêm ji DAIŞ rizgar kir. ka, gereke cîhan bi giştî pişta wê girtibe ne bavêje nav lepê Tirka.

Ev qas êrîşên ku dewleta Tirk ber çavê Rûsya qaşo gerantor e,civaka navnetewî,sazyên mafê mirovan,pêk tîne.Lê dîsa bi dijwarî hovîtiya xwe berdewam dike.

Back to top button