Li Îranê Ayetûllahek hate kuştin

Li Îranê li dijî rayedarekî payebilind ê olî Ayetûllah Abbas Alî Suleymanî êrişeke çekedarî pêk hat û di ençamê de hat kuştin.

Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê kesekî çekdar ve hatiye kirin û Ayetûllah li bajarê Babolsar ê li qiraxa Derya Hazarê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan êrişkar hatiye destgîrkirin.

Suleymanî ku di heman demê de Alî Xamaney temsîl dikir, ji îbadeta li bajarê Kaşanê yê navbera Tehran û Îsfahanê û paytexta Sîstam Belûcistanê Zahîdan berpirsyar bû.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, Ayetûllah Abbas Alî Suleymanî yê hate kuştin, yek ji 88 endamên Meclîsa Pisporan bû ku organa herî bilind a tayînkirina lîderê olî yê welêt e.

Li Îranê êrişên li dijî berpirsyarên olî yên payebilind kêm caran tê kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di Nîsana 2022’an de jî li bajarê Meşed ê li bakur rojhilatê welêt, du oldarên Şîa hatibûn kuştin.

Wê demê hatibû ragihandin ku êriş ji aliyê ‘cîhadîstan’ ve hatiye kirin.

Back to top button