Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
HPG’ê got: Artêşa Tirk ku li hemberî gerîla têk çuye, dixwaze bi çekên qedexe encamê bigre.
Li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
Li gorî vê; Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl,
Di navbera 30-31’ê Cotmehê de gerîlayan bi çalakiyan li arteşa Tirkiyê a dagirker dan.
Di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 2 çeper û pergala radarekê hate xistin.
“Herêmên Metîna û Zapê 20 caran bi çekên qedexe hatin bombekirin”
Têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê ên bi çekên qedexe û kîmyewî jî HPG’ê ev agahî dan:
26, 27 û 31’ê Cotmehê herêmên Metîna û Zapê 20 caran bi teqemeniyên qedexekirî û kîmyewî, 2 caran jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Her wiha HPG’ê ragihand ku herêmên Zap, Xakurkê û Barzan jî 5 caran bi balafirên şer û gelek caran bi topan hatin bombekirin.