Li ser idiayên Hikûmeta Şamê yên vegerandina penaberên Sûrî, Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku, “heta aloziya Sûriyê ji kokê ve neyê çareserkirin, zehmet e li ser vegera penaberên Sûrî axaftin bên kirin.”
Li gorî malpera Buroyê, Ebdulkerîm Omer bersiv da daxuyaniyên Hikûmeta Şamê jî û got “tenê Rêveberiya Xweser dikare biryara biyaniyan bide û daxuyaniyên wan bê berpirsiyartî ne.”
Ebdulkerîm Omer: Tenê Rêveberiya Xweser dikare biryara biyanên li herêmê bide
Li ser daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Hikûmeta Şamê ku gotibû “divê biyaniyên li kampên Hol û Roj bi koordîneya wan werin derxistin” Omer da zanîn “berî niha Rêveberiya Xweser bi kordîneya Hikûmetê û balafirgeha Qamişlo welatiyên Rûsî şandine welatê wan.”