Ciwanên Kurd wê li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê bimeşin

Ciwanên Kurd ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava yên li Başûrê Kurdistanê dimînin, li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê wê ber bi herêma Garê ve bimeşin.

Ciwanên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê, bi dirûşmeya “Ji şer re na, ji yekîtiya netewî re erê” wê li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê bimeşin.

Ciwanan bi daxuyaniyekê ragihand, ew ê 20’ê Mijdarê saet 12’an, ji nava bazara bajorokê Teqteq a bi ser Hewlêrê ve, dest bi meşê bikin û heya herêma Garê dewam bikin.

Ciwanan banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku divê her kes weke erkekî netewî li dijî siyaseta şerxwaz helwesta xwe nîşan bidin û tevlî meşê bibin.

Back to top button