Ji YE bo Tirkiye: Li cihê kêmkirinê hûn aloziyê zêdetir dikin

Rejîma faşîst ya Tirkiyê ji bo li ser deshilatê bimîne li gurkirina aloziyekî digere.
Di demên dawiyê de, daxuyaniyên gefxwarina li dijî Yewnan zêde kiriye.
YE bo Tirkiyê got;
Li cihê kêmkirinê hûn aloziyê zêdetir dikin.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ji Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re nameyek nivîsî.

Çavkaniyên dîplomatîk ên ku ji rojnameya eKathimerini ya Yewnanîstanê re axivîn, diyar kirin ku nameya Borrell a çend roj berê bersiva nameya Çavuşoglu ya “Yewnanistan ji qeyranê berpirsyar e” ye.

Li gorî agahiyan, Borrell nivîsiye ku Tirkiye li cihê firînên li ser herêmên Yewnanîstanê û kêmkirinê berovajî aloziyê zêdetir dike.

Borrelll diyar dike ku rewşa heyî atmosferek bêsud ava kiriye.

Borrell teqezî li ser vê yekê kiriye ku pêwîste diyalogek li gor yasayên navnetewî were damezrandin.

Tê pêşdîtin ku aloziya navebera Tirkiye û Yewnan yên dewam dawî li ser gefên şefê rejîma Tirkiyê Erdogan zêde bûne, li Civata Giştî ya 77. a NY ku li New Yorkê pêk tê bê nîqaşkirin.

Back to top button