Wezîrên Karê Derve yên Azerî û Ermen li New Yorkê civiyan

Ji bo dawî hatina aloziya li herêma Qerebax a Çiyayî, li New York ê hewildan têne kirin.
Wezîrên Karê Derve yên Azerî û Ermen beriya civîna Civata Giştî ya NY civiyan.
Civîn bi beşdariya Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken pêk hat.

Piştî şerê dijwar yê hefteya derbasbûyî navbera Ermenîstan û Azerbeycanê, danûstendinên rûbirû pêk hat.

Wezîrê Karê Derve yê Azerbeycan û Ermenîstanê li bajarê New York ê civiyan.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Wezaretê ragihand ku “Ev civîn bi mazûvaniya Blinken hat lidarxistin da ku di zûtirîn dem de aloziya navbera her du welatan bi dawî bibe”.

Her du wezîran li ser gavên ku bên avêtin gotûbêj kirin.

Blinken bang kir ku her du wezîr berî dawiya vê mehê careke din bicivin.

Di şerê hefteya borî li herêma sînor a di navbera her du welatan de zêdeyî 200 kes hatibûn kuştin.

Piştî bûyeran Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî serdana Ermenistanê kir û li wir Azerbeycanê ji şerê rûdayî sûcdar kir.

Piştî daxuyaniyên Pelosi, ji Wezareta Karê Derve ya Azerbaycanê daxuyaniyeke tund hatibû dayîn.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin;

“Serdana Pelosi aştiya Kafkasyayê xiste xeterê.

Ev sûcdariyên li ser Azerbaycanê ku tu delîlên wan tune ne û neheq in, nayên qebûlkirin.

Ev derbeyek cidî ye ji bo xebatên normalîzekirinê yên di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de.”

Piştî van bûyeran, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja yekşemiyê bi peywendiyeke telefonî li gel serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev pêk anîbû.

Blinken ragihand wî hişyarî da Bakuyê ku “agirbestê bişopîne, leşkeran vekişîne û hemû nakokiyên di navbera her du welatan de bi danûstandinên aştiyane çareser bike”.

Êrîvan û Bakû hevdu bi destpêkirina şer tawanbar dikin.

Back to top button