Li Japonya ji ber bagerê 4 kes mirin

Japonya berdêla bagera Nanmadol dide.
Ji ber bandora bihêz ya bagerê, heta niha herî kêm 4 kes mirine û bêtirî 100 jî birîndar bûne.
Bi hezaran welatî li cihên kombûna lezgîn xwe diparêzin.
Li paytext Tokyo jî baranek bihêz bariya.

Japonya bi tirsa bagera Nanmadol re rûbirû ne.

Kyûshû ku ji çar giravên bingehîn yên Japonyayê ya herî li başûr e, sibeha Yekşemê kete bin bandora giran a bahozê.

Tê payin ku bahoz rojên bê bigihêje girava herî mezin a Japonya Honshûyê.

Bi deh hezaran mirov şeva Yekşemê ketin stargehên lezgîn.

Elektrîk li ser 350 malî hate birîn.

Çûn û hatin xitimî û fikara li ser lehî û hezazê zêde bû.

Hêza Nanmadolê saetê 234 kîlometre ye.

Tê texmînkirin ku li hin herêman jî di nava 24 saetan de bi 400mm baran bibare.

Seferên trenên bi lez, ferîbot û bi sedan seferên balafiran hatin betalkirin.

Gelek dikan û kargeh hatin girtin, hinekan jî ji bo milkê xwe biparêzin kîsên ji xîzê li pêşiyê bi cih kirin.

Bahozê sibeha Yekşemê xwe gihand nêzî bajarê Kagoshîma yê li başûrê girava Kyûshû ye.

Bahozê bandoreke giran li qiraxa çemekî li Kyûshû kir.

Berdevkê hikumetê Hîrozakû Matsûno anî ziman ku çar kesan jiyana xwe ji dest dan, 114 kes birîndar bûn ku rewşa 14 ji wan giran e.

Tê texmînkirin ku bager berê xwe bide rojhilat û sibe beriya bigihêje deryayê di ser girava bingehîn a Honshû derbas bibe.

Li paytext Tokyoyê gelekî baran bariya û ji ber lehiyê seferên metroyê hatin betalkirin.

Ji bo 500 hezar mirovên li herêmên Kagoshîma, Miyazakî, Oîta, Kûmamoto û Yamagûchî alarma asta pêncemîn hate dayin ku di hişyariya li ser afetê ya Japonyayê de asta herî bilind a alarmê ye.

Piştî alarma asta çaremîn, ji nêzî neh milyon mirov hin beşên herêmên Kyûshû, Şîkokû û Chûgokû hate xwestin, ku cih û warê xwe biterikînin.

Back to top button