Beşdarên foruma Reqayê: Bersiva me li hember derxistina fitneyê eşkere ye

Beşdarên foruma eşîran a Reqayê anîn ziman ku lidarxistina foruma eşîran û eşkerekirina helwestekê di wê forumê de bersiva eşkere li dijî tevahî aliyên hewl didin fitneyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bikin.

Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê şêx Mihemed Nûr El Zîd anî ziman ku ev forum, foruma hezkirin û aştiyê ya êla El Welde û tevahî eşîrên Reqayê ye û wiha got:

“Ev forum teqeziyê li ser hevgirtina eşîrên ereb bi rêveberiya xwe û projeya neteweya demokratîk ve dike.

Hêvî dikim ku ev forum li tevahî Sûriyeyê bibe mînak.”

Berdevkê êla El Welde Dr. Cîhad El Xelef jî da zanîn ku wê ev forum bibe kevirê bingehîn ê diyalogên ji bo çareseriya Sûrî-Sûrî û wiha anî ziman:

“Hevgirtina eşîrên herêmê dê tevahî planên bi hewldana hilweşîna mozaîka civakî têk bibin.”

Eşîra El Bikeyîr: Rêjîm û hevkarên wê hewl didin fitneyê di nava eşîran de belav bikin

Back to top button