Eşîra El Bikeyîr: Rêjîm û hevkarên wê hewl didin fitneyê di nava eşîran de belav bikin

Eşîra El Bikeyîr a li Dêrazorê bi daxuiyaniyekê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman û diyar kirin ku Rejîma Şamê û alîgirên wê hewl didin fitneyan di nava eşîran de belav bikin.

Daxuiyanî ji aliyê rûspiyê eşîra El Bikeyîr Îzo El Herbî ve hat xwendin.

Îzo El Herbî diyar kir ew li hemberî êrişên çeteyên girêdayî rejîma Sûriyê û milîsên Îranê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD re radigihînin.

El Herbî îdiaya ku dibêje li Dêrazorê hêzek bi navê “Eşîran” heye, derewand û wiha domandin:

“Rejîm û alîgirên wan hewl didin jehrê di nava refên eşîr û şêniyên me de belav bikin da ku parçebûnê di navbera me de çêkin.”

Eşîrên me ji destpêkê ve, planên qirêjî yên rejîmê û hevkarên wê û tevahî komên ku bûne çeteyên DAIŞ′ê, nas kirine.

Eşîrên me dê bi van lîstokan nexapin.

Ji bilî Rêveberiya Xweser û QSD’ê me tu hêzên din nedîtin ku piştgiriyê dide şêniyên me û li ser esasê edalet û wekheviyê xizmetê pêşkêş dike.

Em rê nadin ku kes aştiya navxweyî ya li herêmên me xirab bike.”

Back to top button