Ev 53 Rojin Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.
Ajansa Rojnewsê ragihand ku PDK’ê ji rewşa jiyana Silêman berpirsyar e.
Rojnamevanê Ajansa Rojnwes’ê Silêman Ehmed yê ku ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hatiye revandin, ev 53 rojin agahî jê nayê girtin.
Her ku diçe guman û xeterî li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.
Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi daxuyaniyek nerast gefa cezakirinê li Silêman kir û îtîraf kir ku wî revandine.
Ajansa Rojnews’ê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red û şermezar kir û banga serbestberdana Silêman kir.
Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:
“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.
Lê Asayîşa Duhokê hemû riyên hevdîtinê li ber me girtin û nahêlin ku parêzer û malbat wî bibînin.”



