QSD: Di operasyona paqijkirinê ya li Dêra Zorê de 22 çete hatin girtin

Li Bisêrayê ya girêdayî bajarê Dêra Zorê operasiyon paqijkirinê ya QSD, bi girtina 22 çeteyên DAIŞ’ê bi dawî bû.

Têkildarî operasiyonê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamê dawî ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Operasyon bi çavdêriya asîmanî ya ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hate destpêkirin.

Operasyon du rojan dewam kir, di encamê de 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Kargeheke çêkirina mayînan hate dîtin û rêjeyeke mezin a çek û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin.

Piştî bi destxistina van encaman hêzên me operasyona paqijiyê ya bajarê Bisêra yê Rojhilatê Dêrazorê bi dawî kirin.”

Navendê QSD’ê bi bîr xist ku Şaneyên DAIŞ`ê yên terost di 20’ê Sibata borî de bi rêya motorsîklêteke bombebarkirî çalakiyeke terorî li sûka bajar pêk anî., di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

Back to top button