Li herêmê di kêmtirî hefteyekê de meneseya avêtina roketan a 3′emîn tê girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan li derdora Şedadê meneseyên avêtina roketan desteser kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Duh li derdora Şedadê hêzêm me meneseyeke avêtina roketan desteser kir.

Di kêmtirî hefteyekê de ev meneseya sêyemîn li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê desteserkirin.

15’ê mehê hêzên me meneseyeke gerok a avêtina roketan li Dêrazorê girt, ew menese ji herêmên hêzên hikumeta Şamê ve gihaşt herêmê.

12’ê mehê jî hêzên me li derdora Şedadê meneseyên avêtina roketan desteser kirin.

Ev menese ji bo hedefgirtina baregehên QSD′ê û Koalîsyona Navneteweyî tên bikaranîn.

Terorîst bi rêya avêtina van roket û hawinan bi awayekî ketober hewl didin welatiyan bitirsnin.

Lê hêzên me bi ser wan de digirin, heta wan tevahî bigirin, da ku ewlehiyê pêk bînin.”

QSD li Reqayê serçeteyekî DAIŞ’î girt

Back to top button