Îran: Danûstandinên Nukleerî wê çend rojan rawestin

Welatên Rojavayî hewil didin Îran li mercên peymana 2015’an vegerînin.
Tahran jî dixwaze bi carekê de cezayên li ser wê werin rakirin.
Lê lewaziya di danûstandinan de, hêviyên Tahranê ji holê radikin.
Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Baqirî got,
hevdîtinên ji bo nûkirina rêkeftina nukleerî wê heta çend rojan rawestin.

Li paytexta Awistralya Viyanayê ji 6’ê Nîsanê ve danûstandinên navbera Îran û 4 endamên dayîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY û Almanya ve pêk tê.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî ku di heman demê de berpirsê şandeya Îran ya li Viyanayê ye axivî.

Elî Baqirî diyar kir ku danûstandin wê ji bo çend rojan werin rawestandin.

Ev gera heftemîn a danûstandinan e ku di navbera Îran û Amerîkayê de bi awayekî neyekser, ji bo vegerandina rêkeftinê pêk tên.

Baqirî li ser Twitterê anî ziman ku ew roja pêncşemê bi dîrektorê siyasî yê Yekitiya Ewropayê (YE) Enrique Mora û şandeyên din re ji bo nirxandina rewşê hevdîtin pêk aniye û wiha got:

“Me di vê hefteyê de pêşketineke baş bi dest xist.

Em ê îro komîteyeke hevbeş ava bikin û piştî çend rojan gotûbêjan dewam bikin.”

Dîplomatekî got tê payîn ku danûstandin di 27’ê Kanûnê de ji nûve dest pê bikin.

Li gorî rêkeftinê, Îranê ji bo sivikkirina cezayên aborî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), YE û Neteweyên Yekbûyî li ser welat, bernameya xwe ya nukleerî sînordar kir.

Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump Gulana 2018’an bi awayekî yekalî ji peymanê vekijiyabû.

Tehranê jî ev yek ji xwe re kiribû hincet û 2019’an de dest bi binpêkirina qedexeyên nukleerî kir.

Bi hatina rêveberiya Serokê DYA Jeo Biden re, Waşîngtonê di meha Nîsanê de careke din dest bi danûstandinan kir.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê: IAEA wê kamerayên xwe li navenda Nukleerî a Kerecê bicih bikin

Di vê navberê de, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Muhammed Îslamî got:

Serpereştên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) piştî çareser kirina nezelaliyên ewlehî û dadwerî yên doh wê kamerayên xwe yên çavdêriyê careke din li navenda nukleerî ya li Kerecê bicih bikin.

Back to top button