NY: Hemû aliyên şer yên li Etiyopya şer gur dikin

Li Etiyopya ku welatekî parzemîna Afrîka ye, bêtirî salekê ye şer jê kêm nebûye.
Hêzên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) pêşdeçûnên xwe yên ber bi paytext Addîs Ababa ve didomînin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî banga rawestandina şer li aliyan kir.

NY da zanîn ku şerê li bakurê Etiyopya gur dibe û alîyên şer mafên mirovan ”bi awayekî giran” binpê dikin.

Cîgira Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê NY’ê Nada El Naşif bi bîr xist ku hikûmeta Etiyopya meha borî rewişa awarte ragihandiye û da zanîn ku bi hikmên berfireh ji 5 heta 7 hezar kes hatine binçavkirin.

El Naşif da zanîn ku di nav kesên hatine desteserkirin de 9 karmendên NY’ê jî hene.

Nûnera NY di rûniştina taybet ya Civata Mafên Mirovan ya NY ku li Cenevê li dar ket, bal kişand ser gotinên bi kîn yên dijî Tîgrayî û Oromoyiyan.

Berpirsa NY’ê dîyar kir ku ew gotin ji alîyê karmendên hikûmetê ve jî tên kirin û da zanîn ku ew wan gotinan bi tundî şermezar dikin.

Back to top button