![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2023/09/MAZOT.jpg)
Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi derfetên xwe yên sînordar, hewl dide ku barên koçberan sivik bike.
Ji ber wê dest bi belavkirina mazota kirin.
Para her malbatekê di beşa yekemîn a belavkirinê de 100 lître ye.
Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Efrîn û Şehbayê Arîn Bakîr derbarê vê yekî axivî.
Arîn Bakîr diyar kir ku belavkirina mazotê li navçeya Til Rifetê û gundên wê dest pê kir û got:
“Piştî bidawîbûna belavkirinê li navçeya Til Rifetê, dê xebatên belavkirinê li gundên navçeya Şêrawayê bin .
Dûre wê li gundên kantona Şehbayê dest pê bikin.
25 hezar malbatên koçberên Efrînê û şêniyên Şehba, gundên navçeyên Şêrawa û Şera dê sûdê ji vê mazotê bigirin.”
Arîn da zanîn ku Rêveberiya Xweser, ji bo ku alîkariya koçberan tişta ji destê wê derdikevin, pêşkêş dike.