Êrişên li ser gundên Til Temir û Girê Spî hate têkbirin

Dewleta Tirk a dagirker careke din gundewarê Til Temir, Girê Spî û Minbicê kirin armanc û hewildan ji bejahî va gundewarên van deveran dagirk bikin
Lê rastî bersiva tund a şervanên heremên navborî hatin.
Taybet çeteyan li gundê Ereb hesen û Mihsînlî yê Minbicê de derbek mezin xwarin û hijmarek çek û cebilxane li duyê xwe hiştin û paş paşkî reviyan.

Bi destpêkirina Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” re dewleta tirk a dagirker êrişên xwe li dijî heremê zêdetir kir.

Dagirkeriya Tirk vê sibê careke din gundê Tewîle, Til Tewîl ê asûr û gundê Um El Kêf ên rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran û hewanan topbaran kir.

Hemwextî êrişa li ser Til Temir çeteyên dagirker ji bejahî ve êrişê gundê Fatsa yê rojhilatê Eyn Îsayê kirin.

Di encamê de di navbera komên çete û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî de pêvçûnekî dem kurt qewimî û meclîsê êrişa çeteyan vala derxist..

Piştî çete têkçûn, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Fatsa ya Rojhilatê Eyn Îsa, gundewarên Rojavayê Tirwaziyê, Sigêro û Hewîca bi dijwarî topbaran kirin.

Êrişa li ser gundê Ereb Hesen Mihsînlî yê Minbicê hate têkbirin

Li xeta Minbicê jî dagirkeriya Tirk ev çend roje bi dijwarî êrişê gundê Ereb hesen û Mihsînlî dikin.

Vê sibê çeteyan careke din êrişên gundê navborî kirin.

Lê êrişa wan ji aliyê Meclisa Leşkeriya Minbicê ve hate têkbirin û di encam de gelek kuştiyên çeteyan çêbûn.

Çeteyên ku derbek mezin xwarin paş ve reviyan û li du xwe gelek çek û cebilxane hiştin.

Back to top button