Bandora vîrûsê li beşên ên Kurdistan û welatên cîran xuya dibe.

Vîrûsa corona ku li beşên din ên Kurdistanê belav dibe, hîna jî nehatiye kontrolkirin. Li Başûrê Kurdistanê piştî ku jimarek mezin bi vîrûsê ketin, tedbîrûn hişktir hatin girtin û qedexeya derketina derve hat dirêjkirin.
Li Îranê jî 158 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

Corona..Li Başûrê Kurdistanê rewşa awarte ya 48 saetan hat ragihandin

Vîrûsa corona jiyana aram û normal a şêniyên herêmê, xistiye bin xeteriyek mezin.

Li Başûrê Kurdistanê ji ber zêdebelavûna vîrûsê û zêdebûna kesên nexweş, biryarên tûnditir tên girtin.

Wezareta Navxweyî ya Herêma Başûrê Kurdistanê biryareke nû derxist û ragihand, heta 48 saetan dûkan û nanpêjxane jî di navê de ti ciheke bazirganî divê neyên vekirin û kes ne bi meşê ne jî bi wesayîtan, nabe derkevin derve.

Wezîrê Karên Derve yê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed li ser sedema tundkirina qedexeya derve, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Ehmed diyar kir ku ji ber qerebalexî çêdibû, welatî derdiketin wan biryarên tundtir wergirtine û ev biryar jî ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê ne.

Gundekî din ê Amedê kete bin çavdêriya tenduristî

Dewleta Tirk diyar kir ku hejmara nexweşên vîrusê bûye 20.921 û 425 kes jî mirine.

Tê diyarkirin ku daneyên desthilatdariya AKP û MHP’ê ne rast e, hejmara miriyan jî zêdetir e.

Vîrûsa corona li Amed a Bakurê Kurdistanê jî belav bûye.

Li Amedê ku pirsgirêka xebatkarên tenduristiyê heye, 2 xebatkarên li navenda tenduristiyê dixebitin bi vîrûsê ketin.

Li Navçeya Exrenî piştî mirovekî 86 salî bi vîrûsê ket, gundê Hesrînê xistin bin çavdêriyê.

Li Tirkiyê ji bo mehekê, tenê maskek û lepikek dan girtiyan

Bi belavbûna vîrûsa corona re, girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, di xeteriyek mezin de ne û heta niha ti tedbîrên baş nehatin girtin.

Hat zanîn ku li girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, di bin navê tevdîrgirtinê de tenê maskek û lepikek dane her girtiyekî.

Li Îranê 158 kesên din mirin

Li Îranê hîna jî jiyan ji ber belavbûna vîrûsê, rawestiye ye.

Li welat di nava 24 saetên dawî de 158 kesên din mirin.

Her wiha ji duh heya niha 2 hezar û 560 kesên din bi vîrûsê ketine.

Bi vî awayî li Îranê jimara kesên mirine gihiştiye 3 hezar û 452 kesan.

Jimara kesên bi vîrûsê ketin jî gihaşt 55 hezar û 743 kesan.

Li Rojhilatê Kurdistanêdi nava 24 saetan de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber vîrûsa coronayê, di nava 24 saetan de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor daneyên fermî yên hikûmeta Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê heta niha, 2 hezar û 762 kes bi vîrusê ketine û jimara qurbanan gihaştiye 269 kesan.

Back to top button