“Têkoşîna me ya ji bo azadiya Rêber Apo wê bidome”

Jinên ciwan ê heremê tecrîda li dijî Rêber Apo û êrişên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin: ”Em ê têkoşîna li ser xeta Rêbertiya xwe berdewam bikin.”

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo, rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan ji ANHA’yê re axivîn.

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir got: “Kes nikare me ji fikrê Rêbertî qut bike ji ber ku ev fikir di serême de hatiye çandin .”

Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê Nadiya Yûsif jî dazanîn ku tecrîd û êrişên li ser heremê ji hev neqûtin û wiha got:

Me bi rêber Apo re xwe naskir, emê di çerçoveya pêngava “Jin, Jiyan, Azadî..Serbixe Azadî” heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîna xwe bidomînin”.

Berdevka jinên ciwan a Yekitiya Êzidiyan Viyana Sîdo jî daxuyakirin ku Felsefeya Rêber Apo bingeha xebatê wan e.

Û bang li hemû jinên ciwan ê êzidî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê xurt bikin.

Back to top button