QSD’ê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kirin ku li Eyn Îsayê di dema parastina navçeyê de ji êrişên dagirkeriya Tirk şehîd bûne kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê îro bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şevanan eşkere kir û got: Em sersaxî ji xwe û malbatên hersê şehîdan û tevahiya gelê xwe re dixwazin.
Şervanên me bi lehengî êrişên dagirkeriya Tirk têk dibin û derbeyên giran li rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst dixin.
Di dema têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk de, 3 hevrêyên me gihîştin asta şehadetê.
Em soz didin ku em tola şehîdên xwe hilînin û li ser şopa wan heta pêkanîna armanc û hêviyên wan têkoşînê bidomînin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Navê şoreşgerî: Gîvara
Navê û paşnav: Îbrahîm Mihemed Berho
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: El Melha 2003`ê
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan
Navê şoreşgerî: Zagros
Nav û paşnav: Ehmed Hemed El Şawî
Navê dayikê: Firyal
Navê bav: Hemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa 1998`an
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan
Navê şoreşgerî: Çiya Kobanê
Nav û paşnav: Hecî Xelîl Mihemed
Navê dayikê: Xanim
Navê bav: Xelîl
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê 2000
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 16’ê Îlona 2022’yan