Kongra Star û Însiyatîfa Têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan bi daxuyaniyê kuştina Mehsa Emînî şermezar kir.
Kongra Star di daxuyaniyê de diyar kir rejîma Îranȇ yek ji wan dewletane ku herî zêde mafȇ jinan nas nake û binpê dike û got:
“Rêjîma Îranê hewl dide ku nasnameya gelê Kurd bitepisîne û ji holê rake..
Kuştina Jîna Emînî jî mînaka herî ber bi çav e.”
Kongra Star di dawiyê got: “Em ȇ bi vȋn û têkoşîna xwe rȇ nedin kuştinên jina dewam bikin û biserbikevin.
Em ê ti caran li beramberî tu cureyên êrişên hovane bê deng nemînin.”



