Şêniyên Kobanê 2 şehîd bi merasîmekê oxir kirin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyên du şehîdan li goristana şehîd Dîcle û goristana şehîdan a navçeya Sirînê a Kobanê oxir kirin.

Şehîd Îbrahîm El Berho bi nasnav Gîvara û şehîd Hecî Mihemed bi nasnav Çiya Kobanê di encama balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûbûn.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyan, li goristana şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê kom bûn û tevlî merasîmê bûn.

Her wiha li goristanê merasîma xiyabî ji bo şehîd Tahir Cuma Salih bi nasnav Serhed Agirî li dar ket ku li herêma Metîna ya çiyayên Kurdistanê di 16`ê Tîrmeha 2022`yan de şehîd bûbû.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û gotin: “Heke yek ji me şehîd bibe, dê bi dehan çekê wan rakin û şopdarên rêya wan bin. Şehadet rêya me ye û em bi vê rêyê serbilind in.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Back to top button