Hêzên Asayîşê bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kir

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên sînor eşkere kir . Asayîşê da zanîn ku zêdetirî 15 top li herêmê ketine.

Hêzên Asayîşê derbarê vê yekê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir ..

Asayîşê di daxwiyaniyê de bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kir û ev agahî parve kirin :

“Artêşa Tirk a 18’ê Îlonê, bi dehan top êrişên xwe yên li ser gund û bajarokên ser sînor zêde kirin..

Jiyana welatiyan kir hedef..

Da ku ewlehiya wan têk dibe..

Û bi darê zorê wan koçber bike.

Her wiha gundewarê bajarê Kobanê kir armanc..

Di encamê de ciwanê bi navê Xelîl Mehmûd Bedir birîndar bû.

Gund û bajarokên ser sînor ên kantona Cizîrê kirin hedef..

Navçeya Tirbespiyê bi 5 topan..

Gundê Til Zîwan û herêm Şêxo bi 5 topan..

Navçeya Amûdê bi 5 topan..

Navçeya Zirgan û gundewarê wê bi 16 topan û El-Kozeliyê û Til El-Leben topbaran kirin.”

Back to top button