Mihemed Emîn Pênciwênî derbarê tecrîdê de axivî

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî dibêje dagirker û dijmin dixwazin bi rêya tecrîda li dijî rêber Apo wî ji gel qut bikin û got: ”Lê wê neghêjin armanca xwe ji ber Rêber Apo di dilê gel de ye.

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî derbarê tecrîda li dijî rêber Apo ji Rojnews’ê re axivî.

Mihemed Emîn Pênciwênî dibêje dema ku ew li Geliyê Bekaayê bi Rêber Ocalan re bû û ev pirs jê kiriye.

“Ji hemû aliyan ve, çi li hindir û çi li derveyî Kurdistan ji bo tunekirina te di nava hewldanan de ne.

Eger tu nemînî gelo wê qeder û çarenûsa Tevegera Azadiya Gelê Kurd çibe?”

Emîn Pênciwênî dibêje: ”Birêz Ocalan bersiva pirsa min da û ji min re got,

‘Tenê li vê akademiyê bi hezaran Abdullah Ocalan hatine perwerdekirin.

Eger dijmin di aliyê fîzîkî de min tune bike jî, bi sedan Ocalan hene cihê min bigirin.

Li ser lûtkeya her çiyayek yê Kurdistanê bi dehan Ocalan hene.

Ew ê şoreş û têkoşînê heta gihiştina armancê ku ew jî azadiye wê berdewam bikin.’

Emîn Pênciwênî: Tevgera Azadiya Kurdistanê bidawî nabe

Pênciwênî behsa hewlên tunekirina Tevgera Azadiya Kurd kir û wiha dewam kir:

”Dijmin û dagirkerên Kurdistanê ji bo Tevgera Azadiyê tune bikin, gelek rêbaz bi kar anîn.

Rêber Apo girtin, bi sedan zarokên vê xakê şehîd xistin û bi hezaran jî xistin girtîgehan de.

Lê di hemû rêbazan de bi ser neketin.

Rêber Apo 50 salên din jî di girtîgehê de be, şoreşa Têkoşîn Azadiya Gelê Kurd bidawî nabe.

Berevajiyê wê, wê şoreş heta azadiya Kurdistanê bidome, wê serbikeve û dijmin winda bikin.”

Emîn Pênciwênî: Rêber Apo di dilê gel de ye

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Dagirker û dijmin dixwazin dengê Rêber Ocalan bibirin û gel ji wî qut bikin.

Lê birêz Ocalan di dilê gel de ye. Fikir û felsefeya wî, rêbaza hemû kesên azadîxwaz e.

Gelê Kurd 50 milyone.

Eger dijmin bikare jî wê herî zêde milyonek, du milyon heta pênc milyon Kurdan bikuje.

Ê wê piştre çi bike?

Lewra bi kuştinê nikare gelê Kurd tune bike, wê di encam de gelê Kurd qet tune nebe.

Û wê serkeftin bibe para gelê Kurd.”

Sînan Çîftyurek: Divê Wezareta Edaletê sedema tecrîdê eşkere bike

Back to top button