Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Cengiz Çîçek û Newroz Ûysal bi daxwaza tecrîda li ser Ocalan bê lêkolînkirin pêşniyazname da Meclisê.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ji Rêber Apo agahî nayê girtin.

Tevî hemû serlêdananên malbatê, parêzeran û siyasetmedaran jî destûra hevdîtina li gel Rêber Apo nayê dayîn.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal û Cengiz Çîçek têkildarî tecrîdê, pêşniyazpirsa lêkolînê da Serokatiya Meclisê.

Parlamenteran xwest ku di bin sîwana Parlamentoyê de lêkolînek berfireh li ser tecrîdkirina Rêber Apo

Her wiha Parlementeran daxwaz kirin ku tecrîd li cihê wê an li Îmraliyê bê lêkolînkirin.

Back to top button