Papa şewitandina Quranê ya li Swêdê şermezar kir

Nerazîbûnên li dijî şewitandina Quranê ya li Swêdê berdewame.
Rêberê ruhanî yê Katolîkan Papa Francîsco jî şewitandina Qur’anê şermezar kir.
Papa diyar kir her pirtûkeke ku pîroz tê dîtin, divê rêz jêre bê girtin û ji kiryarên bi vî rengî re destûr neyê dayîn.

Li Stockholma paytexta Swêdê hefteya borî penaxwazekî Iraqî Quran şewitand.

Helwesta rayedarên swêdî ya ku destûr dan çalakiyê, rastî berteka gelek welatên misilman hat.

Bi heman awayî rêberê ruhanî yê Katolîkan Papa Francis jî, şewitandina Qur’anê şermezar kir.

Papa di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya El-Ittihad a ku li Îmarata Erebî tê weşandin de ev mijar nirxand û got:

“Her pirtûkeke ku pîroz tê dîtin, divê rêz jêre bê girtin.”

Papa her wiha hêrsa xwe ya li beramberî şewitandina Quranê anî ziman û diyar kir ku divê azadî tu carî nebe amûrek ji bo biçûkxistina kesên din.

Papa di dewamiyê de diyar kir divê kiryarên bi vî rengî werin red kirin û destûr neyê dayîn.

Stoltenberg bang li Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê kir ku bicivin

Back to top button