“Dewleta Tirk edaletê ji bo berjewendiyên xwe pêk tînin”

Endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku dewleta Tirk bi “Doza Kobanê” hewl dide desthilata xwe biparêze.

Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD şaxê herêma Firatê Ismaîl Semo diyar kir ku dewleta Tirk li her derê mafên Kurdan binpê dike.

Ismaîl Semo anî ziman ku kesên piştgiriya Berxwedana Kobanê kirin, di bin navê Doza Kobanê de di dadgehên Tirkiyê de tên darizandin.

Semo da xuyakirin ku AKPê edaletê li Tirkiyê li gorî berjewendiyên xwe dimeşîne.

Endamê PYDê Mehmûd Ebdî jî teqez kir ku dewleta Tirk bi van siyasetên xwe nikare vîna gelê Kurd bişikîne ji ber ku li her derê, li ber xwe dide.

Back to top button