Berdevkê eşîra El-Xewatine ya navçeya Holê hişyarî ji ber hebûna DAIŞ’ê li herêmê da û bagana darizandina wan kir.
Mehmûd Xelef El-Sebah destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên xwe têkbirina aramiya herêmê dikin armanc.
El-Sebah mayîna girtiyên DAIŞê yên li cem QSD’ê, weke xetereyeke mezin bi nav kir û got:
“Mînaka wê yekê bûyerên kuştinê yên rojane li kampa Holê ne.
Divê bi lez dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞê bê avakirin”.
Berdevkê eşîra El-Xewatine bang li hêzên têkildar kir ku avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan bikevin tevgerê.