Îsraîl: Kom Filistînî 200 mûşek avêtin bajarê Esdûd, Bîr El-Sebi û Esqelanê

Komên Filistînî bajarê Esqelan, Esdûd û Bîr El-Sebi ên Îsraîlê dan ber top û mûşekan.

Berdevkê artêşa Îsraîlî Efîxay Edriî, da xuyakirin ku komên Filistînî ji duh êvarê û heya vê sibehê ve, bêtirî 200 mûşek avêtine bajarê Esqelan, Bîr El-Sebi û Esdûdê.

Efîxay Edriî diyar kir ku Pergala Parastinê zêdeyî 100 mûşek rûxandin û 30 jî li Xezayê hatin xwarê.

Edriî got ku ji ber van mûşekan, şewateke mezin li herêma pêşesaziyî ya Esdûdê derket.

Aliyê Îsraîlî daxuyand ku heya niha 8 welatî di nav de 2 zarok di şerê digel Filistînê de hatine kuştin.

Tenduristiya Filistînî jî ragihand ku jimara kuştiyan bû 139 di nav de 39 zarok û 22 jin hene û zêdeyî hezar û 300 jî birîndar bûne.

NY jî ji aliyê xwe ve da zanîn ku 10 hezar Filistînî ji ber şerê rûdayî, ji malên xwe der bi der bûne.

Tê payîn operasyona Îsraîlî heya Yekşemê bidome.

Back to top button